Rojhat Amedî çekdanîna PKKê nirxand: Şer ne çareserî ye, xelk westiya ye

Rojhat Amedî çekdanîna PKKê nirxand: Şer ne çareserî ye, xelk westiya ye

PeyamaKurd – Siyasetmedar Rojhat Amedî di bultena Rûdawê Nûroj de, proseya çekdanîna PKKê nirxand.

Rojhat Amedî di axaftina xwe de diyar kir ku her du aliyan dîtin ku proseya çekdanînê ewqasî ne hêsan e û ji ber vê jî PKK komekê amade dike da ku nîşanî raya giştî, civaka Tirkiyê û Kurdan bide ku çekan datîne.

Herwiha Amedî di berdewamiyê de got, “PKK dixwaze bi vê kiryarê bibîne ku beramberî vê gava çekdanînê Tirkiye çi gavan davêje, çi guhertinan dike. Armanca wan bi vê çekdanînê ew e ku li Tirkiyê gavên siyasî bên avêtin, guhertin bên kirin. Bi hezaran kes di zindana de ne, divê çareseriyekê pêde bikin, ji bo mafê Kurd û Kurdistanê guhertinên destûrî bikin.”

Rojhat Amedî pirsa, “Ew ê di guhertinên qanûnî, yasayî bikin gelo, ne di destûra bingehîn de, hinek yasayên di parlamentoyê de?” bersivand û got, “Bêguman ew ê bikin, li ser wê jî lijneyekê amade dikin niha. Di wê lijneyê de hemû partiyên di Parlamentoyê de ne bîr û baweriyên xwe, nerînên xwe pêşkêş dikin.”

Li gor proseyê, gava yekem PKKe davêje û çekan datînê, piştî wê divê Tirkiye gava duyem biavêje. Ger ev gav neyê avêtin, PKK wê careke din tiştekî neke?

Rojhat Amedî got, “Na bawer nakim, PKK çi çûk çi mezin, çi pozîtîf, çi negatîf reaksiyonan bike û Tirkiye gavan navêje.”

Tirkiye dibêje divê PKK hemû çekan deyne, lê wiha nakin. Wê Tirkiye nebêje wiha nabe, divê hûn hemû çekan deynin?

Di vir de Tirkiye tenê wê biryarê nade. Rast e di hin biryaran de wiha ye lê di vê biryarê de na, cîhan, nerîna dewletên Ewropî, NATO, Amerîka girîng e. Li gor nerîna min, ew dibêjin niha sedem heye, PKK amade ye dest bi çekdanînê bike û niha divê Tirkiye jî tiştina bike.

Rojhat Amedî diyar kir ku her çiqas givaşên navdewletî li ser Tirkiyê ji bo mafên mirovan, azadkirina zindaniyan hebin jî ew ne geşbîn e û bawer nake li hember çekdanîna komeke PKKê gavên berbiçav ên pozîtif biavêje. Herwiha diyar kir ku li gor agahdariyên gihiştiye ber destê wan Tirkiye zindaniyên nexweş an jî yên 25, 30 sal in di zindanê de ne berdide û beriya çekdanîna PKKê jî jixwe dest bi vê proseya berdana zindaniyan kiriye.

Rojhat Amedî herî dawî geşbîniya xwe li hember proseya çareseriyê ya çekdanîna PKKê anî ziman û got, gelek Kurdên bakur jî û gelek Tirk jî geşbîn û kêfxweş in ji ber vê qonaxa nû. Gel westiya ye, şer ne çareserî ye rewşa Tirkiyê gelekî nexweş e, divê rewşa xwe ji ber çav derbas bike.

 
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.