Nêçîrvan Barzanî li gel Şêwirmendê Asayişa asayişa Iraqê civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Şêwirmendê Asayişa asayişa Iraqê civiya

PeyamaKurd – Îro, Çarşem, 9ê Tîrmeha 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Erecî hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, rewşa ewlehiyê ya Iraqê û giringiya hevkariya di navbera artêşa Iraqê, hêzên Pêşmerge û yekîneyên ewlehiyê de hate nîqaşkirin. Her wiha, hewldanên dawî yên El-Erecî ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, her du aliyan bal kişand ser rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û bandorên wê yên li ser welatên herêmê. Wan li ser wê yekê li hev kir ku divê Iraq ji nakokiyên herêmî dûr bimîne û xebatên ji bo parastina aştî û aramiya welêt bidomin.

Çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên dîplomatîk jî di rojevê de bû. Parastina ewlehiya sînoran û mijarên din ên ewlehiyê jî di civînê de hatin nirxandin.

Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bû.

 

 

 

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.