Civîna di navbera şandeya Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Şamê de dest pê kir

Civîna di navbera şandeya Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Şamê de dest pê kir

PeyamaKurd – Civînek di navbera nûnerên  Rojavayê Kurdistanê û rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de dest pê kir. Nûnerên Amerîkî û Fransî yên li Sûriyeyê, Thomas Barrack û Jean Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûn.

Di çarçoveya danûstandin û diyalogên berdewam ên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re, îro şandeyeke siyasî û leşkerî ji Rojavayê Kurdistanê gihîşt Şamê. 

Hat ragihandin ku civîna di navbera nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de dest pê kiriye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Hevseroka Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Hevberdevkên Nûnerên Bakur û Rojavayê Kurdistanê Foza Yûsif û Abid Hamid Mihbaş beşdarî civînê bûn.

Nûnerên Amerîkî û Fransî yên li Sûriyeyê, Thomas Barrack û Jean Baptiste Faivre, jî beşdarî civînê bûn.

Tê texmînkirin ku ev danûstandin dikarin di xeta Şam-Rojavayê Kurdistanê de, ku demeke dirêj e bêçare maye, pêvajoyeke nû bidin destpêkirin.

Ev nivîs 145 car hatiye xwendin.