Koreya Başûr ji ber germa zêde 7 kesan can da

Koreya Başûr ji ber germa zêde 7 kesan can da

PeyamaKurd- Li Koreya Başûr, ji destpêka havînê ve 7 kesan ji ber nexweşiyên girêdayî germê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Ajansa Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Koreyê (KDCA), ji 15ê Gulanê vir ve, bi tevahî 1.228 kes ji ber nîşanên lêdana germê serî li saziyên tenduristiyê dane û ji van nexweşan 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin ku hejmara miriyan li gor sala borî zêde bûye, ku di heman heyamê de 3 mirinên girêdayî germê hatibûn tomar kirin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.