Îstîxbarata Îranê Kurdê bi navê Saman Xalidiyan girt

Îstîxbarata Îranê Kurdê bi navê Saman Xalidiyan girt

PeyamaKurd – Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê li bajarê Kurdistanê li devera Dîwandere, Kurdê bi navê Saman Xalidyan (27) girt û ew birin ciyekî nediyar.

Li gor ragihandina Hengawê, hêzên îstîxbaratê di 9ê Temmûz a 2025an de li devera Dîwandere li gundê Nesarehê avêtiye ser malbata Xalidiyan.

Di dema avêtine ser malê de gundî civiyane da bûyerê protesto bikin lê hêzên asayîşa Îranê ji bo gundiyan ji hev belav bike, çekan berdaye lê gundî belav nebûne û karibûne zerarê bidin alaveka wezaretê.

Xalidiyan bi çi sûcê sûcdarkirin, sedema girtina wî çiye û ew birine ku derê nayê zanîn.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.