Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezûelayê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezûelayê kir

Îro, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Venezûelayê yê li Iraqê Arturo Anibal Gallegos Ramirez kir.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan li ser xurtkirina têkiliyên dualî yên di navbera Venezûelayê û Iraqê de gotûbêj kirin û nêrînên xwe parve kirin.

Di civînê de, her wiha pêşketinên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Gallegos tekezî li ser giringiya parastina aştî û aramiya herêmê kirin, her weha çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane weke armanceke bingehîn destnîşan kirin.

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.