Li ser rêya Heskîf û Batmanê otomobîlekî wergeriya: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya Heskîf (Hasankeyf) û Batmanê ajotvanê otomobîlekî desthilata otomobîlê wenda kir û otomobîl wergeriya. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser qezayê, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Qeza li dora seet 17.35an de nêzî navenda Batmanê qewimî.
Nasnama birîndaran û ajotvan nehat ragihandin lê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Batmanê ya perwerdê û lêkolînê. Rewşa birîndaran baş e.
Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.




