WHO: Li Sûriyê pêdiviya 16 milyon kes bi desteka tenduristiyê heye

WHO: Li Sûriyê pêdiviya 16 milyon kes bi desteka tenduristiyê heye

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) ragihand ku li Sûriyê pêdiviya 16 milyon kes bi desteka tenduristiyê heye. Ragihandin ji aliyê rêvebirê giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus de hat kirin.

Ghebreyesus, li ser rewşa Sûriyê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand:

“Li Sûriyê pêdiviya 16 milyon kes bi desteka lezgîn ya tenduristiyê heye. CERFê bi desteka 3 milyon dolarî alîkariyê da û WHO karibû bi vê destekê alîkariya 500 hezar kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê hebû kir, jiyana wan rizgar kir û xizmeta tenduristiyê da wan.

Me desteka derûnî da wan. Lê bêhtir pêdivî heye. Em bangî destekvanan dikin ku jiyana mirovan rizgar bikin û destekê bidin.”

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.