Profesorê Duhokî dermanekî nû bo cûreyeke penceşêrê çêkir

Profesorê Duhokî dermanekî nû bo cûreyeke penceşêrê çêkir

PeyamaKurd - Bijîşkekî Kurd ê ji bajarê Duhokê, di encama lêkolîneke zanistî ya nû de, ji bo cara yekem dermanekî ji bo cureyekî penceşêrê keşf kir ku ev derman dikare %95 ji şaneyên wê cureya penceşêrê tune bike.

Prof. Dr. Hijmet Ebdulxaliq Elî, mamosteyê Koleja Bijîşkiyê ya Zanîngeha Duhokê ye, di encama lêkolîneke zanistî ya nû de ku bi hevrêziya neh lêkolînerên Zanîngeha “Szeged” a Mecarîstanê pêk aniye, dermanekî nû yê dijî şêrpenceyê keşf kir.

Prof. Dr. Hijmet Ebdulxaliq ji K24ê re gotiye: “Ji bo cara yekem e ev derman li ser asta cîhanê tê keşfkirin. Me navê (CCF) lê kiriye û ji giyayê (Centrapalus paucifloris) hatiye berhemanîn. Derman li ser çendîn cureyên penceşêrê hatiye ceribandin û derketiye holê ku dikare %95 ji şaneyên penceşêra malzarokê ya ji cureyê HPV-18 jinav bibe.”

Mamosteyê Zanîngeha Duhokê herwiha da zanîn, Wezareta Dahênanê ya Macarîstanê û Zanîngeha 'Szeged' a wî welatî sponsoriya lêkolîna wan a zanistî kiriye û encamên wê jî di kovara zanistî ya (IJMS) a Swîsreyê de hatine weşandin.

Weşandina vê lêkolînê di demekê de ye ku Prof. Dr. Hijmet Ebdulxaliq berê jî yekemîn belgeya zanistî ya îsbatkirî derbarê bandora tîrêjên X (X-ray) li ser fîzyolojiya laşê mirov, di kovara “AIMS Biophysics” a Amerîkî de weşandibû.

Li gorî encamên wê lêkolînê, karmend û bijîşkên ku di warê tîrêjan de kar dikin, ji ber rûbirûbûna bi tîrêjên X re, guherîneke berbiçav di rêjeya derdana hormonên rijênê (xland) dreqî de, bi taybetî hormona “T4” çêdibe.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.