Îsraîlê ji hewayê êrîşî Xezzeyê kir: Gelek mirî û birîndar hene!

Îsraîlê ji hewayê êrîşî Xezzeyê kir: Gelek mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de herî kêm 238 kes mirin.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi tundî Şerîda Xezzeyê bombebaran kir. Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de nêzî 238 kesan canê xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li gor talîmatên eşala siyasî dîsa dest bi êrîşên berfireh ên li ser Xezzeyê kirine.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokwezaretîya Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku êrîş bi talîmata Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz hatine kirin.

 
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.