PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê tunela ku aîdê Hîzbûllahê ya beşa Yekîneya Ridwan bû, bi sed ton teqemenî teqand û îmha kir. IDF a artêşa Îsraîlê, bûyerê weha ragihand:
“Tunel yek ji tunelên bingehîn yê Yekîneya Ridwan bû û di tunelê de baregeha fermandariyê, depoyekî sîlihan, odeyên ku tê de rûdiniştin, pisqilêtên scooter û alavên din tê de hebûn. Bi tunelê ve sîlih û alavên aîdê Hîzbûllahê hebûn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin