PeyamaKurd- Sîte ya parvekirina civakî Tweeter, li ser daxwaza Îsraîlê, hesabên hinek rêvebirên Hamasê û Hîzbûllaha Lubnanê girt. Wezareta Ewlekariyê ya giştî ya Îsraîlê ragihand ku li ser daxwaza wezîr Gilad Erdan, hatiye pêşniyarkirin ku 40 hesab bên girtin. Lê ji wan 35 hesab heya niha hatine girtin.
Di nava wan hesaban de yê serokê Hamasê Îsmail Heniyye, serokê berê yê Hamsê Xalid Meşal û endamên polîtburoyê yê Hamasê Izzet er-Rişk, Hussam Bedran, Salah Berdevil, Fethî Hamad, Fevzî Berhûm, Usame Hamdan, Sami Ebu Zuhrî, Tahir en-Nunu, Ruhî Muşteha, Musa Ebu Merzûk, Huseyin Ebu Kuweyk hene.
Heya niha Hamas û Hîzbûllahê di derbarê mijarê de çi şirove nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin