Îsraîl: Em destûra yekî tenê jî nadin!

Îsraîl: Em destûra yekî tenê jî nadin!

PeyamaKurd- Îsraîl li ser operasyonên rejîma Sûriyê yên li herêma Derayê û penaberên Sûriyê daxuyanî da û got ku em destûra penaberên Sûriyê nadin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman di derbarê bûyeran de daxuyaniyek da û wiha axivî: Penaberên ku ji ber şêrr revîne û gihane Girên Golanê, em ê alîkariya insanî bi wan bikin. Lê belê em nahêlin ku derbasî welatê me bibin.

Piştî ku Rejîma Sûriyê li ser tixûbê Urdun û Îsraîlê li dijî komên çekdar operasyon da destpêkirin, bi hezaran sivîl ji malên xwe derketin û berê xwe dane derveyî welêt. Niha bi qasî 120 hezar penaber ji malên xwe derketine û li ber tixûban sekinîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin