PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant kuştina 24 leşkeran ji bo Îsraîlê wek "derbeke giran" bi nav kir.
Gallant di daxuyaniya xwe ya vîdyoyîê de ku îro weşandiye de wiha gotiye: "Nûçeya xemgîn a ku duh li ser kuştina 24 leşkerên me yên ji çar aliyê welêt, ji bakur, başûr û her derê hatin, derbeke giran e."
Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku li Xezzeyê 24 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin. Ji destpêka êrîşa bejayî ya Îsraîlê ya li ser Xezzeyê ya 27ê Cotmeha 2023an ve, ev hejmara herî zêde ya mirina yek-rojî ya kuştina leşkerên Îsraîlê bû.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ragihand ku artêşa Îsraîlê di derbarê kuştina leşkeran de lêpirsîn daye destpêkirin. Netanyahu got: "Divê em dersên pêwîst bistînin û ji bo parastina leşkerên xwe çi ji destê me bê bikin."
Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku di encama teqîna mîneke de avahiyek hilweşiyaye û di encamê de 24 leşkerên Îsraîlê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin