PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê bi serokatiya Benjamin Netanyahu bi rengekî yekalî, agirbest ragihand.
Do derengiya şevê kanala televîzyonî ya 13 ya Îsraîlê diyar kir, Hikûmeta Îsraîlê pêşniyara agirbesta yekalî ya Serokwezîr Benjamin Netanyahu pesend kiriye û wê agirbest ji saet 02:00 bi dema Tel Avîvê bikeve piratîkê.
Hikûmeta Îsraîl daye zanîn, biryara agirbestê piştî hevdîtina bi Hikûmeta Misrê re hatiye dayîn.
Hikûmeta Misrê, çend roj in ji bo sekinandina şerê Îsraîl û Hemasê navbeynkarî dikir.
Heta niha nayê zanîn helwesta Hemas dê li hember agirbestê çi be.
11 roj in di navbera Îsraîl û Hemas de şerekî tund heye. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin