PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku şerê navbera Hizbulaha Lubnanê û Îsraîlê dê bibe sedem ku Lubnan vegere Serdema Kevirîn.
Yoav Gallant, piştî pevçûnên bi hefteyan bi Hizbulaha Lubnanê ya ku Îran piştgiriya wê dike, li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê di peyameke vîdyoyî de daxuyanî da.
Gallant di peyama ku arasteyî Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hasan Nasrallah kir de got,
"Xeletiyê nekin. Em şer naxwazin. Lê em amade ne ku sivîl û leşkerên xwe û serweriya xwe biparêzin. Heger li vê derê rageşî û pevçûn çêbibin, em ê Lubnanê vegerînin serdema kevirîn. Îsraîl dê dudil nebe ku heger pêwîst bike hemû hêza xwe ji bo têkbirina Hizbullaha Lubnanê û Lubnanê bi kar bîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin