PeyamaKurd - Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li herêma Quneytra ya Sûriyê sînorên xwe diyar kirine û herêm bi têlên dirî pêçaye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku di çarçoveya xebatên xurtkirinê û endazyariya ku li seranserî sînorê bi Colanê re tê kirin de, hêzên Îsraîlê toreke nû ya têlên dirî (strî) li aliyê rojavayê bajarokê Refîd ê başûrê Quneytîrayê danî.
SOHRê diyar kir ku xebata sazkirina stûnên hesinî û barîkatên axê li xalên nêzîkî xeta agirbestê berdewam dike.
Hêjayî gotinê ye, ev hewlên hêzên Îsraîlî wekî xurtkirina kontrola meydanî û berfirehkirina herêma tampon di navbera gundên Sûriye û aliyê Colanê de tê nirxandin.