PeyamaKurd – Îstîxabarata qolorduya eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya Îranê, li bajarê Xaşê kesê bi navê Haşim Kordi-Tamandani (40 salî) û kurê wî yê 15 salî Said Kordi-Tamandani desteser kirin.
Rêxistina Hengawê ragihand ku îstîxbaratê bav û kur li ser kolana Îmam Humeynî dane rawestandin û bê ku fermana desteserkirina wan hebe, bi zorê wan desteser kirine. Piştî binçavkirina wan, li malên wan lêgerînê kirine lê sedema girtina wan negotine û nayê zanîn bê niha li ku derêne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin