Îtalya bertekê nîsanê îdamên li Îranê da

Îtalya bertekê nîsanê îdamên li Îranê da

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîra Îtalyayê û hem wezîrê karên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani xwest ku rêvebiriya Îranê îdamên di rojevê de rawestîne. Li ser îdam û pêşdeçûnên li Îranê bi fermana Tajani balyozê nû yê Îranê ku hatiye tayînkirin ji bo Romayê, Muhammed Riza Sabouri dawetî wezareta karên derve ya Îtalyayê kirin. Tajanî li ser bangkirina balyoz got:

“Di hevdîtinê de li ser rawestandina cezayên îdamê û rawestandina şiddetên li hemberê çalakvanan û kanalên diyalogê yên bi çalakvanan re ji bo vekirî bimînin, me ji wan xwest. Kuştina keçekî 12 salî an yeka 14 salî, kuştina xortekî 17 salî ti têkiliyan wan bi ewlehiya giştî tineye û ti têkiliya wan bi parastina ewlehiya netewî re tineye.

Ya wê înfazan bi paş de bixin an em ê dewam bikin û wan şermezar bikin. Em parastina azadiya çapemeniyê, mafê protestoyan û mafê mirovan diparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin