PeyamaKurd- Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, serdana xwe ya ku ligel rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) kiribû, cara yekemîn ji bo çapemeniyê ragihand. Melonî bal kişand ser qeyrana enerjiyê û pêdiviya bi çareseriyeke mayînde.
Giorgia Meloni, li Brukselê li ser hevdîtinên ku bi rêberên YEyê re kiribû axivî û da zanîn ku ew hevdîtin bi awayekî erênî derbas bûne û ew ji van hevdîtinan razî mane.
Melonî di daxuyaniyê de ji bilî mijarên siyasî û dan û stendinên dualî, bal kişand ser qeyrana enerjiyê ya li seranserê Ewropayê û got,
“Di mijara enerjî û gazê de li ser buhayê tavanê, di demeke kin de hewcedarî bi çareseriyên şênber heye.”
Serokwezîra Îtalyayê, li ser rewşa koçberan û Îtalyayê jî axivî û da zanîn ku wan di hevdîtinan de li ser koçberiya bêpargal a li Behira Spî ku Îtalya pê re rû bi rû maye, dan û stendin kirine û da zanîn ku ji bo wan tiştê ku li pêş e, berevaniya sînorên derveyîn a li gorî pergalkirinên Ewropayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin