Japonya bi pileyî 7,1 hejiya

Japonya bi pileyî 7,1 hejiya

PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, navenda erdhejê peravên eyaleta Kumamoto ye.

Di pîvanga 'shindo' de ku mezinahiya erdhejên li Japonyayê dipîve, erdhej di ser 7 pileyî de hate nîşandan.

Rayedaran hişyarî dan ku piştî erdhejê bi bilindaniya metreyekê dibe ku pêlên tsunamiyê rabin.

Hikumeta Japonyayê her wiha ji bo Kumamoto, Nagasaki, Kagoshima, Fukuoka, Saga, Oita û Miyazakiyê hişyariya lezgîn a erdhejê weşand.

Li ser encama erdhejê daxuyaniyeke fermî nehate dayin. Rayedaran diyar kirin ku rewş ji nêz ve tê şopandin û ji mirovên li herêmên peravî dimînin xwestin ku guh bidin hişyariyên fermî.