Japonya: Kore ya Bakûr fuze ya balîstîk avêt Derya Japonyayê

Japonya: Kore ya Bakûr fuze ya balîstîk avêt Derya Japonyayê

PeyamaKurd – Ofîsa serokatiya Japonyayê ragihand ku Kore ya Bakûr fuze ya balîstîk avêtiye Derya Japonyayê. Avêtina fuzeyê dikeve rojekî pey ku keştiya Amerîkayê ya fuzeyî ya noqavê ku li Kore ya Başûr rawestiya.

Ceribandinên avêtina fuzeyan yên Kore ya Bakûr dewam dikin. Çapemeniya Kore ya Başûr ragihand ku fuze ketiye Derya Japonyayê.

Keştiya bi fuzeyan dagirtî ya Amerîkayê piştî sala 1980an cara yekeme ku li Kore ya Başûr radiweste.

Kore ya Bakûr herî dawiyê hefteyekî berê testa fuze ya Hwasong-18 ê ya di nav qitayan de ceribandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin