Ji ber barana zêde 59 kes mirin

Ji ber barana zêde 59 kes mirin

PeyamaKurd – Di meha Hezîranê de li welatê Fildişiyê barana zêde dibare, baran dibe sedema lehî, heza li erdê dikeve û heya niha di encama baranê de 59 kes mirine. Tevî deverên talûke hatine tehliyekirin jî, kesên dageriyane ser Ciyên xwe, ketine ber pêla mirinê.

Berdevkê hukumetê û hem wezîrê karên danûstendinan yê Fildişiyê Amadou Coulibaly, piştî civîna encumena wezîran daxwuyanî da û li ser encama barana zêde agahiyan da. Coulibaly got:

“Tevî em hêj di serê demsala baranê de ne jî, îsal, di heyelan, hez û lehiyê de kesên can dane, jimara wan gihaye 59 kesî. Mirina herî zêde li devera Abidjanê li navça Attecoube çêbûye ku jimara wan 20 kesin. Mirina herî zêde li deverên ku me berê vala kiribû û ew kes paşî dageriyabûn deverê ser ciyên xwe, di nav wan de çêbûye.

Ciyên ku me vala kiriye û car din xelk danegeriyaye deverê, di nav wan de mirin nebûye.”