Ji ber diziya nav koska serokatiya Tirkiyê 7 kes hatin girtin

Ji ber diziya nav koska serokatiya Tirkiyê 7 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê ji ber diziya nav koşka serokatiya Tirkiyê, 7 kes hatin girtin.

Li gor çapemeniya Tirkî, 5 karmendên koşka serokatiya Tirkiyê bi alîkariya du kesên din, li nav koşkê pêlîstokên zarokan ên ku Erdogan di merasîm û mîtîngan de dida zarokan dizîne.

Hat zanîn, ew tohmetbar niha hatine girtin û derheqê wan de sizayê giran yê zîndanê tê xwestin û ji bo hinek ji wan, zêdetirî 26 sal cezayê girtinê tê xwestin.

Hat ragihandin ku tohmetbaran 5 salan pêlîstok dizîne û bi otomobîlên fermî jî ji nav koşkê derxistine û birine derve firotine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin