PeyamaKurd - Ji bo kesên bixwazin bibin hemwelatiyê Tirkiyê mercên hemwelatîbûnê hatin sivikirin.
Beriya niha yasayek hatibû derxistin ku kesên biyanî yên bixwazin bibin hemwelatiyê Tirkiyê, divê bi 250 hezar dolaran milkekî bikirin.
Rojnameya fermî ya Tirkiyê îro 7ê Kanûna 2018an ragihand ku kesên bi belge soza kirîna milkê 250 hezar dolaran bidin jî dikarin bibin hemwelatiyên Tirkiyê.
Li gor vê biryarê, kesên biyanî li ser soza ku bi noterê tapoya xanî tesdîq bikin û bi şertê 3 salan dewra wê nekin, dê bibin hemwelatiyên Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin