Ji Hevpeymaniyê biryareke nû: Me operasyonên li Iraqê rawestandin

Ji Hevpeymaniyê biryareke nû: Me operasyonên li Iraqê rawestandin

PeyamaKurd- Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike ragihand ku, ji ber ‘egerên ewlekariyê’ operasyonên xwe yên li Iraqê rawestandine.

Ji ber ‘egerên ewlekariyê’ li Iraqê operasyonên li dijî DAIŞê rawestiyan. Rayedarên amerîkî jî dibêjin ku ew dê ehlehiya baregehan zêdetir bikin.

Ev di demekê de ye ku duh bi şev Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis di êrişeke balafirên bê mirovî yên Amerîkayê de li Bexdayê hatibû kuştin.

Li Iraqê bi evahî 5 hezar û 200 leşkerên Amerîkayê hene û Artêşa Amerîkayê piştî kuştina Qasim Suleymanî û Mehdî Muhendis biryar dabû ku nêzikî 3 hezar û 500 leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn.

Li gor agahiyên berdest, ew leşker dê li Iraq, Kuwêt û çend navçeyên din bên bicihkirin û ferman bi wan hatiye dayîn ku li hember her êrişê di amadebaşiyê de bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin