PeyamaKurd – Piştî peymana navbera Îran û DYA xerabû, Îranê êrîşê keştiyan kir û artêşa DYAyê jî li ciyên leşkerî yên Îranê xist. Li ser germbûna şer li herêmê hinek welat ragihandinên êrîşên ser xwe kirin:
-Kuweyt ragihand ku li hemberê êrîşên hewayî yên ser seha wê de, sîstema bergiriyê çalak bûye.
-Ummanê ragihand ku li peravên derya wê, li keştiyekî hatiye xistin û birîndar hene.
-Li Îranê li pey hev dengê teqînan hatiye. Lê nehat ragihandin bê teqîn li ku derên Îranê bûne.