PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Koreya Bakur di heyama pandemiyê de li ser xeta sînor a bi sedan kîlometreyî ya bi Çîn û Rûsyayê re tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.
Rêveberiya Koreya Bakur li ser xeta sînor a li bakurê welêt mekanîzmayeke mezin a ewlehiyê ava kir.
Li gorî lêkolîna Reuters û Enstîtuya Lêkolînên Navneteweyî ya Middlebury li ser wêneyên satelaytê, rêveberiya Kim Jong Un ku di heyama pandemiyê de dixwest xeta sînor bi Rûsya û Çînê re bigire, têl kişandin, dîwar lê kirin û qereqolên polîsan bi qasî 489 kîlometreyan li ser sînor ava kirin.
Gelê Koreya Bakur beriya xebatên xurtkirina li ser sînor xeta sînor weke firsendekê ji bo reva ji welat dît û li vir xebatên qaçaxçîtiyê jî berbelav bû.
Bi tedbîrên ku di demên dawî de hatin girtin, rêjeya derketina derve ya dijberên rêveberiya Koreya Bakur kêm bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin