PeyamaKurd – Li ser binçavkirina şaredarê CHPyî yê navça Esenyurt a Îstenbolê Prof. Ahmet Özer ku niha ji binçav şandine edliyê û hêj li ortê biryarekî dadgehê tine, di şûna wî de qeymeqamê navça Beşiktaşê Oğuzhan Bingöl qeyyûm hat tayînkirin.
Ahmet Özer bi tewana endamê PKKê ye tê sûcdarkirin. Delîlên herî zêde di destê hêzên asayîşê de ku bi Remzi Kartal re axifiye û Kartal di rêvebiriya PKKê ya Ewrûpa de ye. Lê di vir de divê mirov Ahmet Özer nasbike bê kiye:
Ahmet Özer xelkê Wanê ye û ji eşîra Brukiya ye. Pismamê Remzî Kartale û niha têkiliya pismamtiyê ji Özer re bûye sûc.
Berya biryara dadgehê wezareta navxwe ya Tirkiyê qeyyûm tayîn kir û kir şaredarê navça Esenyurtê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin