PeyamaKurd- Peyama sala nû ya 2026an a Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Girava Îmraliyê, îro 30yê Kanûnê hate belavkirin.
Ocalan, derbarê bicihanîna Peymana 10ê Adarê ya navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî peyam da û li ser rewşa kaotîk a li Sûriyeyê destnîşan kir, feraseta rêveberiya yekperest û înkarparêz êdî nikare berdewam bike.
Ocalan diyar kir ku daxwaza azadî û wekheviyê ya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan xurt bûye û wekî çareserî amaje bi "Mitabeqeta 10'ê Adarê" ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de kir.
Ocalan, ev peyman modeleke siyasî ya demokratîk pêşniyar nîşan da ku tê de hemû netew dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin û bi rêveberiya navendî re li ser zemîna entegrasyoneke demokratîk muzakereyan bikin.