PeyamaKurd – Dewleta Polonyayê ji bo polîsên Maldovayê 6 balafirên tije sîlih û muhîmmat şand. Wezîrê karên navxwe yê Polonyayê Mariusz Kaminski ragihand ku ew biryarê dan da ji bo polîsê Maldovayê alavan bişînin. Kaminski di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Maldova serbixwe û desthilat ya ku li hemberê hewlên bêîstîqrarkirinê di ber xwe dide, pêdiviya wê bi desteka me heye. Ji ber wê jî min biryarê da ku ji polîsê Madovayê re çek û muhîmmat bişînim. Wê çek bibin destek da îstîqrara xwe biparêzin. Çek û muhîmmat bi 2 balafirên C-130 Hercules û 4 balafirên CASA C-295M hatin şandin. Hem lîderê partiya ŞORA yê terefdarê Rûsyayê ku biryara girtina Ilana Şora ji aliyê Madovayê de heye û me wî jî xist lîsta reş.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin