Li Polonyayê balafirekî ket û tê de 2 kes mirin

Li Polonyayê balafirekî ket û tê de 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li Varşovayê li Polonyayê dema balafirekî xwe datanî balafirgeha Bemowoyê ket û di balafirê de 2 kes mirin. Ketina balafirê seet li dora 13.00an de bû.

Piştî ketina balafirê agir bi balafirê ket û şewitî. Her du kesên di nav balafirê de li wê derê can dan. 2 kesên ku li deverê bûn jî birîndar bûn.

Rayedarên îtfaiyê ragihandin ku wexta balafir ji ser rêya xwe ya pîstê derketiye, li avahiyekî ketiye û piştî wê jî bi temamî şewitiye.