Ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê daxuyaniya çarenivîsa Demirtaş

Dîroka Weşanê :
Ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê daxuyaniya çarenivîsa Demirtaş

PeyamaKurd- Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê çarenivîsa siyasetmedarê Selahattîn Demirtaş de ku 9 sal in li girtîgeha Edirneyê girtî ye, daxuyanî da.

Tunç, li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ya derbarê azadkirina Selahattîn Demîrtaş de got ku wê ji aliyê dadgehên Tirkiyeyê ve were nirxandin.

Yilmaz Tunç li ser dosyeya Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş diyar kir, aliyên peywendîdar daxwazên xwe pêşkêş kirine û got: "Biryara AÎHMê dê ji aliyê dadgeha me ve were nirxandin û piştre biryara azadkirin an nekirinê were dayîn."

Wezîrê Tirk da xuyakirin ku ew destêwerdanê di karûbarên dadgehan de nakin û got: "Wekî Wezareta Dadê, destêwerdana me ya di vê dosyeyê de û di biryara dadgehê de ne mijara gotûbêjê ye."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye. AÎHMê heta niha sê caran (di 20ê Mijdara 2018an, 22ê Kanûna 2020an û 8ê Tîrmeha 2025an de) biryar daye ku mafên Demîrtaş hatine binpêkirin û divê demildest were berdan. Demirtaş bi hinceta bûyer û doza bi navê Kobaniyê hatibû girtin.