PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo welatê Yemenê ku ji sîstemeke baş a tenduristiyê bêpar e û şerê navxweyî lê berdewam dike, hişyariya metirsiya koronavîrusê da.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha WHOyê ya Yemenê, alav û amurên tenduristiyê li Yemenê gelekî kêm in û îhtimal heye ji nîvê serjimariya welat zêdetir kes ango 16 milyon kes bi vîrusa koronayê bikevin.
WHOyê daxwaz ji welatên din û saziyên tenduristiyê kir piştgiriya xwe bo Yemenê berdewam bikin.
Li Yemenê heta niha tenê 10 tûşbûyên vîrusa koronaya nû Covid-19 hatine tomarkirin ku 2 kesan can daye û kesek jî baş bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin