Kanada wê lekerên Ûkraynayê li Îngîltere perwerde bike

Kanada wê lekerên Ûkraynayê li Îngîltere perwerde bike

PeyamaKurd – Wezîra bergiriyê ya Kanadayê Anita Anand ragihand ku wê Kanada perwerdekarên xwe bişîne Îngîltere da leşkerên Ûkraynayê perwerde bike.

Anand li bajarê Ottawa yê civîna çapemeniyê kir û got di çarçoveya bernamê de, wê 225 perwerdekar wezîfedar bibin û ji wan 90 perwerdekar wê di 12 ê tebaxê de herin Îngîltere.

Anand got ku wê ji 10 hezarê zêdetir leşkerên Ûkraynî bên perwerdekirin û di bernamê de heye ku ji Îngîltere, Hollanda û Zelanda Nû pispor tevlî bernamê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin