PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz diyar kir ku "mîsyona me li Îranê neqediyaye", û ev yek nîşan da ku ew dikarin dîsa êrîşî Îranê bikin.
Katz di çalakiyekê de axivî û îdîa kir ku "Îran di sala borî de derbe xwariye".
Katz îşaret pê kir ku ew dikarin dîsa êrîşî Îranê bikin û got, "Mîsyona me li Îranê neqediyaye; em ji bo îhtîmala ku dibe ku em hewce bikin ku di demek nêzîk de tevbigerin amade ne."
Di derbarê dagirkirina Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve de, Katz îdia kir ku xanî li gundên başûrê Lubnanê hatine wêrankirin.
Katz tekez kir ku ew ji gefên dronên Hizbullahê haydar in û li ser vê mijarê disekinin.