Ketina Mûsilê, encama kiryarên desthilata berê ye

Ketina Mûsilê, encama kiryarên desthilata berê ye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî civînekî çapemeniyê lidarxist û tîşkê xist ser hinek mijaran. Kazimî mijarê bir ser têkçûna Mûsilê ku di sala 2014an de ji aliyê İŞİDê de hatibû îşxalkirin û got ku ew mijareka tesadufî nîne û encama meşandina siyaseta mezhebwariye. Kazimî weha got:

“Divê mijara İŞİD ê car din dubare nebe. İŞİD di bîra Iraqiyan de bûye xeyal. Îşxala Mûsilê ya 2014 an ne tesadufe. Ew bûyer, bi sedema tevgeriyanên rêvebiriya Bexdayê yên mezhebwarî, gotinên nefretî û gendeliyê ne.”

Kazimî got ku tevî tehdîda bo çûna Mûsilê û îstîxbarata sûîkastê ku bo wî amade kirine, seredana Mûsilê kiriye û gelek têkiliyan daniye. Di van şertên awarte de serokwezîrtiyê girtiye ser milên xwe, divê dezge û saziyên dewletê ji nûh de bên vejandin, pêdivî bi destekê heye û lewra serdana Mûsilê kiriye û dixwaze Iraqê bo hilbijartina pêşwext bide amadekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin