Li Çînê wê veberhênana hêza torên kiryarên zanistê ya bi 5,5 milyar dolarî bê kirin

Li Çînê wê veberhênana hêza torên kiryarên zanistê ya bi 5,5 milyar dolarî bê kirin

PeyamaKurd – Çîn di plana xwe ya 5 salan de ya 15.em de (2026-2030) ji bo hêza tora kiryarên zanistê, 4 trilyon Yuan (589,2 milyar dolarê DYAyê) dê veberhênanê bike.

Derdevke Komisyona reform û geşepêdanê Jiang Yi roja Înê di civîna çapemeniyê de, ragihand ku dê ji bo xebatên hêza kiryarên zanistê binkeya xwe dibin ser veberhênanên dezgeyî û ev rewş dê ji bo veberhênana sektora taybet sehayekî fireh veke.

Çîn, ji bo daxwazên nav welat vejîne û pêşdeçûna aboriyê bixe kirasê îstîqrarê, ji bo veberhênana hewldana “6 toran”, veberhênanê plan kiriye.

Her 6 torên veberhênanê; şebekeyên avê, şebekeyên elektrîkê yên nûjen, hêza torên kiryarên zanistê, nesla nû ya torên dan û sitendinan, torên bajêr yên boruyên binê erdê û torên lojîstîk in.

Jiang, got ku ev 6 tor bi serê xwe nînin, bi hev ve girêdayîne, hev xwurt dikin, destekê didin hev û bi hev re entegre ne. Di plana 15em ya 5 salan de; gaza xwezayî, av, drenaj û germkirina avahiyên bingehîn, ji bo kêmasiyên wan temam bikin, xebatên wan bilez bikin, xwurtahiya avahiyên bajêr xwurt bikin, xebatên bilindkirina jiyana xelkê zêde bikin, pêdivî bi veberhênana 5 trilyon Yuanî heye.