PeyamaKurd - Xebatkarê berê yê Dezgeha Sîxuriyê ya Navendî (CIA) ya DYA Joshua Schulte, ji ber tawanbariya belavkirina agahiyên nepen ên CIAê, 40 sal cezayê zindanê xwar.
CIA dibêje Schulte, di dîroka dezgehê de ew kes e ku pirtirîn belgeyên nepen belav kiriye.
Di 2007an de, di belgeyên bi nasnavê "Vault 7" ku ji wikileaksê re hatibûn şandin de hatibû aşkerekirin ku CIAê, hin amûrên ku bi ser hin nivîseran re dikare xwe bigihîne têlefon, komputer û televizyonan çêkiriye.
Dadgeha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) her wiha Schulte bi didestdegirtina dîmenên destdirêjiya zarokan sûcdar kir.
Schulte, bi tawanbariya ku di 2017an de 8 hezar û 761 belgeyên nepen ji Wikileaksê re şandiye jî tê sûcdarkirin. Li gorî Wezareta Dadê ya DYAyê ev geşedan, di dîroka CIAê de belavkirina herî mezin a belgeyên CIAê ye.
Ji aliyê din ve Schulte, tawanbariyan red dike lêbelê, ew di sê tawanbariyên din ênn cûda yên 2020, 2022 û 2023an de ji ber sûcên cûda hate mehkûmkirin.
Joshua Schulte ji 2018an ve di girtîgehê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin