Li Bakurê Kurdistanê rêyên 358 gundan ji ber berfê hatin girtin

Li Bakurê Kurdistanê rêyên 358 gundan ji ber berfê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat zanîn ku bi sedema barîna zêde ya berfê rêya 358 gundên bajarên Bakurê Kurdistanê ji çûnûhatinê re hatine girtin.

Doh 4ê Sibatê li bajarên Batman, Sêrt, Çewlig û Şirnexê berfeke zêde bariya ku bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê dike.

Li gorî zanyariyan ji ber barîna zêde ya berfê li Çewligê rêya 252 gundan, li Batmanê rêya 76 gundan, li Sêrtê rêya 21 gundan û li Şirnexê  jî rêya 9 gundan hatiye girtin ku bi tevahî rêyên 358 gundan ji çûnûhatinê re hatine girtin.

Hat diyarkirin ku xebatên ji bo vekirina rêyên wan gundan berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin