PeyamaKurd- Cîgirê serokê partiya Tirkiyê CHP ê Seyit Torun ragihand ku bi fermana serokê partiyê yê giştî Kemal Kılıçdaroğlu bo alîkariya herêma erdhejê Sîvrîce û Xarpêtê dest bi çûnê kirine û hinek gihane herêma erdhejê. Torun got ku wê şaredariyên CHP ê tevlî xebata rizgarkirin û lêgerînê bibin.
Torun bo miriyan sersaxî û bo birîndaran şîfa xwest û got ji destê belediyeyên ku di destê CHP de ne, çi karibin wê bo xelkê devera erdhejê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin