Kirby: Heke ji bo rehîneyan be em dikarin bifikirin!

Kirby: Heke ji bo rehîneyan be em dikarin bifikirin!

PeyamaKurd – Berdevkê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby, derbarê bangên agirbestê yên aliyên Filîstînî bo şerê Îsraîlê yê li dijî Hamasê got, heke mebest azadkirina dîlan de em dikarin li ser bifikirin.

Kirby li ser mijarê diyar kir ku Serok Joe Biden û tîma wî rewşê ji nêzîk ve dişopîne û Cîgira Serok Kamala Harris jî bi malbatên rehîneyên Îsraîlî yên ji aliyê Hamasê hatine girtin re axivî ye.

Kirby piştgiriya berdewam a Rêveberiya Amerîka ya çek û cebilxaneyan bo Îsraîlê anî ziman û li ser mijara agirbestê ragihand: “Nikarim texmîn bikim bê serkeftina serbest berdana rehîneyan çiqasî girêdayî agirbestê ye, lê heke ji bo azadkirina wan pêwîstî bi agirbesteke mirovî hebe, em pişgiriya vê dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin