PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ragihand ku ew dixwazin xwe girêdayê petrolê nehêlin û veberhênanê zêde bikin. Lewra dixwazin vebeghênerên Tirkiyê bibin Iraqê û bingeha aboriya xwe fireh bikin.
Baregeha çapemeniyê ya serokwezîtiya Iraqê ragihand ku Kazimî çûye Ankara, bi gelek karsazên Tirkiyê re hevdîtinan kiriye û li ser kêmkirina proseduran rawestiyaye. Di peyamê de weha hat gotin:
“Iraq di vekirina deriyên xwe bo veberhênerên Tirkiyê ciddiye û dest pêkiriye ku berê xwe bide xurtkirin û firehkirina sanayî û zîraetê û xwe ji petrolê rizgarbikin. Iraq dixwaze karsazên Tirkiyê bi tecrubeyên wan ve bixe bazara Iraqê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin