Koçka Spî: Operasyon didome û agirbest nehatiye qebûlkirin

Koçka Spî: Operasyon didome û agirbest nehatiye qebûlkirin

PeyamaKurd - Di demekê de ku tenê çend saet ji bo bidawîhatina dema diyarkirî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump mane bo şerê Îranê mane, Koçka Spî ragihand ku wan hîn razîbûna xwe li ser pêşniyara agirbestê ya Pakistanê nîşan nedaye.

Berpirsekî bilind ê Amerîkî îro, 6ê Nîsana 2026an eşkere kir ku tevî zextên dîplomatîk û hewildanên navbeynkariyê, Washinton hîn bijardeya leşkerî wekî rêya sereke dibîne û operasyona "Hêrsa Dastanî" li dijî pêgehên stratejîk ên Îranê berdewam e.

Nexşerêya Pakistanê û helwesta Tehranê

Li gorî raporên navneteweyî, hikûmeta Pakistanê nexşerêyeke bi navê "Lihevkirina Îslamabadê" pêşniyar kiriye ku ji du qonaxan pêk tê: Ragihandina agirbesteke demlidest ligel vekirina Tengava Hurmizê û destpêkirina danûstandinên rasterast. Tevî ku Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr şeva borî bi rayedarên bilind ên Amerîka û Îranê re di peywendiyeke berdewam de bû, Tehranê helwesteke tund nîşan da. Berpirsên Îranî diyar kirin ku ew ê Tengava Hurmizê di berdêla agirbesteke demkî de venekirin û di bin zexta demê de biryarên bi vî rengî nadin.

Şertê atomî û saetên dawî yên derfetê

Di plana pêşniyarkirî de şertekî giran li ser Îranê hatiye danîn; ew jî destjêberdana yekcarî ji bernameya atomî ye, ku di berdêla wê de Amerîka dê hemû cezayan rake û pereyên blokekirî azad bike. Niha cîhan bi nîgeranî li benda biryara dawî ya Donald Trump e ji ber ku eger lihevkirin pêk neyê, tê çaverêkirin ku di saetên pêş de astê êrîşan ber bi wêrankirina binesaziyên krîtîk ên mîna wêstgehên elektrîkê û piran ve biçe. Tê payîn ku Trump derengiya îro bi hûrgulî helwesta dawî ji raya giştî re ragihîne.