Koreya Bakur moşekek balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêt

Dîroka Weşanê :
Koreya Bakur moşekek balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêt

PeyamaKurd – Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Koreya Bakur mûşekek balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtiye.

Li gorî daxuyaniyek ji Fermandarên Giştî yên Hevbeş ên Koreya Başûr, Koreya Bakur ceribandinek mûşekê kiriye. Mûşeka balîstîk di dora saet 8:00an de bi dema herêmî ber bi Deryaya Japonyayê ve hatiye avêtin.

Wezareta Parastinê ya Japonyayê jî diyar kir ku tê bawerkirin ku moşek li derveyî Herêma Aborî ya Taybet a neteweyî ketiye.

Ceribandina dawî ya moşeka balîstîk a Koreya Bakur ber bi Deryaya Japonyayê ve di 7ê Mijdarê de bû.