Kremlîn: Rûsya û Ewropa êdî wê wek berê nikaribin têkiliyan ava bikin
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Rûsya û Ewropa êdî wê nikaribin weke berê têkiliyên xwe ava bikin û Moskow wê ezmûna heyî li ber çavan bigire.
Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe ya asayî ya li Kremlînê de got: “ Eşkere ye ku ew ê lihevkirinên li ser vebijêrkên têkiliyên nû bin, lê belê wê ne pêkan be ku têkiliyên navbera Rûsya û welatên Ewropayê weke berê bêne sazkirin û bi taybetî jî em vê yekê naxwazin.”
“Rûsya ji bo Ewropayê ne xeter e”
Peskov da zanîn ku Rûsya di pêwendiyên xwe yên bi welatên Ewropayê re xwedî ezmûneke berfireh e û di dema danîna pêwendiyên bi vî rengî de wê her dem ev ezmûn li ber çavan bê girtin.
Peskov got: “Rûsya û Ewropa ji aliyê erdnîgarî ve nikarin ji hev dûr bikevin, ji ber vê yekê di her rewşê de wê neçar bimînin ku li hev bikin, lê belê ji niha û pê ve wê pêwendî dikaribin li ser bingehên nû bêne avakirin.”
Berdevk Peskov diyar kir ku Rûsya ji bo ti welatên Ewropayê ne gef e û ew li bendê ne ku ti welatên Ewropayê Rûsyayê ji bo xwe wek gef nebîne.