Li Bedlîs û Tetwanê 4 kes hatin binçavkirin

Li Bedlîs û Tetwanê 4 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku bi hinceta endamtiya (PKK/KCK) û propagandaya terorê 4 kesên gumanbar hatine binçavkirin.

Di daxuyaniya ku berdewama operasyonan radigihîne de hat gotin, îro di encama xebatên Navenda Asayîşê beşa Dije Terorê de, bi operasyonên hevdem li navenda Bedlîsê û navçeya Tetwanê kesên bi navên; B.B., M.Y., E.B. û Ö.A. hatine desteserkirin û binçavkirin.

Li gorî daxuyaniyê li malên kesên hatine binçavkirin, hejmarek pirtûk û alavên dijîlat jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin