PeyamaKurd – Paketa 900 milyar dolarî ya bo zerarên vîrusa Korona, tevî budçeya federal ya 1,4 trîlyon dolarî ji aliyê Kongresê ve hatibû erêkirin, lêbelê Serokê Amerîkayê Donald Trump, bernivîs îmze nekir. Senatorê Komarî Pat Toomey di bernameya Fox News Sunday de bang li Trump kir, da ku bernivîsa 2,3 trilyonî dike, bipejirîne.
Donald Trump alîkariya bo hemwelatiyan ya 600 dolarî kêm dîtîbû û gotibû, divê ew 2000 dolar be.
Toomey da zanîn, ew helwesta Trump fehm dike, lê Kongres dikare paşê ser alîkariyên zêdetir danûstandinê bike û got: ‘‘Ger tu serokê Amerîka bî jî, tu nikarî her tiştê dixwazî bistînî.’’
Endamê Civata Nûneran Adam Kinziger jî diyar kir, ew fêm nake bo çi Trump paketa alîkariyê îmze nake.
Ji ber îmzanekirina Trump, 14 milyon Amerîkiyên ku alîkariya bêkariyê distînin, dê bi awayekî demkî wê alîkariyê nestînin û ger heta roja Sêşemê budçeyeke demkî neyê pejirandin, hin beşên Hikûmetê dê werin girtin.
Bi girtina hin beşên Hikûmetê re, bo mûçeyên bi milyonan karmendên federal dê rîsk çêbibin.
Senatorê serbixwe Bernie Sanders jî destnîşan kir, helwesta Trump ‘‘dilhişkî’’ ye. Sanders da zanîn, gelek kes bi êşan re rûbirû mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin