Serok Barzanî: Divê Rojnamevaniya Kurdî çekeke bihêz a parastina mafên gelê Kurdistanê be

Serok Barzanî: Divê Rojnamevaniya Kurdî çekeke bihêz a parastina mafên gelê Kurdistanê be

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 123 saliya derketina yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan ku 22yê Nîsana 1898an ji aliyê Mîr Miqdat Medhed Bedirxan ve li Qahîreyê hatiye çapkirin, peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Pêwîst e ragihandin û rojnamevaniya Kurdî çekeke bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewa yên mîlletê me.”

Peyama Serok Barzanî ya bo 123 saliya Rojnameya Kurdistanê û Roja Rojnamevaniya Kurdî wiha ye:

"Bi helkefta sed û bîst û sêyemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdema roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.

Rojnamevan û medyakar erkê hişyarkirinê û gihandina zanyariyan bi civaka wan li ser milê wan e ku li rastiyê da erkekî pîroz û hestiyar e û rojnamevan roleke girîng li rênişanderiya raya giştî û pêşxistina civakê da heye.

Pêwîst e ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewayên mîlletê me û her wiha nasandina doza rewaya gelê me bi hemû cîhanê û li heman demî de jî giraniya kûrtirkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyan û mirovdostiyê be.

Her wiha daxwaza min ji rojnamevanên xweşdivî eweye ku rûbirûyê wan gef û êrîşên rêkxistiya ragihandinê bibin ku ji bo dijayetîkirina îradeya gelê Kurdistanê li aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve birêve diçe.

Li vê bîranînê de daxwazê ji hemû rojnamevan û medyakarên xweşdivî û dezgehên ragihandinê dikim ku wê erka xwe ya pîroz li çarçêweya pêverên rojnamegeriya profesyonel û rastgoyî û li ber çav girtina biha û berjewendiyên bilindên welat de encam bidin.

Hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin