PeyamaKurd - Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî General Kevin Copsey, piştî ku dest bi kar kir, li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Di civîna ku Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê General Kevin Copsey, Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel û Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto amadehî kirin de, pesnê rola hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê dijî DAIŞê de hat dayîn.
General Kevin Capthy di civînê de bal kişand ser di têkoşîna dijî DAIŞê değ qurbanîdana hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û got, wan karî DAIŞê têk bişkînin.
General Kevin Copsey ragihand, wan bi hevkariya Pêşmerge, HSD û hêzên Iraqê karên DAIŞê ji nav bibin û dawî li metirsiya wê rêxistina terorê li ser jiyana xelkê bînin.
Copsey diyar kir, ji bo peydakirina aramiyê li Sûriye û Iraqê, ew ê piştevanîya Pêşmerge, HSD û hêzên Iraqê berdewam bikin.
General Kevin Copsey destnîşan kir, wan zêdetir ji 120 hezar endamên hêzên ewlehiyê li Sûriye û Iraqê rahênan kirine, ji bo ji qonaxên piştî DAIŞê re amade bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin